Xwepêşandan li seranserî Amerîka hatin li darxistin li dijî şerîeta Îslamê ku xwepêşander dibêjin ew û demukrasiya rojava li hev nayên.
Xwepêşandan li bêhtirî 24 bajaran encam dan, din av de jî bajarê New York û Şîkago.
Li beramber wan jî bi sedan xwepêşander li bajarê Siyatil bi durişmên wek “Siyatil piştgiriya cîranên me yên Misliman dike “ ber bi cihê ku dijberên Îslamê lê kom bûbûn ve çûn.
Polîs gazên rondikrêj bikaranîn ji bo belavkirina xwepêşanderan piştî ku pevçûn di navbera wan de derketin holê û sê kes hatin girtin.
Li bajarê Şîkago û li pêş avahiya Trump nêzîkî 30 kesî xwepêşandan li dijî şerîeta Îslamê birêve birin û durişmên wek “Yaseya Şerîetê qedexe bikin“ û “ Şerîet dijî Jinan e “ hildan.
Li bajarê New Yorkê jî xwepêşandan bi heman şêweyî birêve çûn.