Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Huşdariyeke Ewlekariyê li Stenbolê Dide û Tirkiyê jî Red Dike


Balyozxana Amerîka li Tirkiyê
Balyozxana Amerîka li Tirkiyê

Qunsulxaneya Amerîka li Stenbolê huşdariyek da welatiyên Amerîkî li dor gumana gefeke terorîst li taxeke bajêr.

Daxuyaniya ku derengî roja înê hate belavkirin got hêzên ewlekariya Tirkiyê bi awakî berbiçav zêde bûn li taxa navendî Mecidiyekoy û nîşan bi hin cadeyên destnîşankirî dan.

Daxuyaniyê got wê çi agahiyên berferhtir nebûn li dor gefa terorîst û bang li welatiyên Amerîkî kir ku huşdar bin.

Wezareta navxweyî ya Tirkiyê îro şemiyê daxuyaniyek belav kir û got desthilatdarên Amerîkî daxuyaniya xwe derxistin li ser pîvanên normal hêzên ewlekariyê, ne ku wan agahdarên li ser erdê hebûn.

Tê zanîn, Amerîka peyamên ewlekariyê ji welatiyên xwe re li seranserî cîhanê dişîne da wan agahdar bike li dor gefan an xwepêşandanên dijî wan. Balyozxane û qunsilxaneyên Amerîka li Tirkiyê îsal bi kêmanî 22 peyamên wiha belav kirin.

XS
SM
MD
LG