Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê “Meşa Edaletê” Berdewam Dike


Sezgîn Tanrikulu
Sezgîn Tanrikulu

Parlementerê CHP’ê(Partîya Komarî ya Gel) û Rojnameger Enîs Berberoglû di 14 Hezîrana 2017 an de hatibû girtin.

Berberoglû bi sedema ku dîmenên qamyonên MÎT’ê kiribû nûçe hate girtin û dadgeha giran a 14.mîn 25 sal ceza da Enîs Berberoglû

Bi girtina Enîs Berberoglû hejmara parlementerên girtî gişt 12 kesan

Herwiha rojnameger Can Dundar û Erdem Gul jî di doza “Nûçeya Qamyonên MİTê”de di girtîgehê de mabûn, di heman dozê de dihatin darizandin û dadgehê bi biryara girtina Berberoglû doza Erdem Gul û Can Dundar jî ji doza Berberoglû veqetand

Li ser girtina Enîs Berberoglu gelek bertek derketin holê. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû biryara “Meşa Edaletê” da û da zanîn ku ew ê ji Enqerê heta Stenbolê bimeşin heya ku Enîs Berberlîoglû bê berdan

Herwiha wezîrê dadê Bekîr Bozdağ dîyar kiribû ku tevgerên Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi fikarin

“Meşa Edaletê” di roja 4an de berdewam dike û hê jî ji dewletê tu gaveke erênî nehatîye avêtin.

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji Dengê Amerîkayê re girtina Enîs Berberoglû û “Meşa Edaletê” nirxand.

Wî dîyar kir ku ev “Meşa Edaletê” ne tenê ji bo parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû ye. Wî got jî bo hemû kesên ku mafên wan hatine binpêkirin û li dû mafên xwe digerin e.

“Ne tenê Enis Berberoglu mexdûr û ji edaletê bêpar e. Pêşiya Enis Berberoglu li Tirkiyê gelek kes, bi xususî ev sala dawiye û piştî derbeya 15 Tîrmehê bi rewşa awarte hatin binçavkirin, û girtin. Rojnameger, akademisyen, rewşenbîr...

Tanrikulu bal dikşîne ser parlementerên girtî û dibêje: “

Ya herî girîng rakirina destnedayîna parlementeran bû û li Tirkiyê anha dadrêsî, ji bilî mekanîzmaya ku edaletê belav bike, mekanîzmayeke ku zilm belav dike ye.

Bi armanca, balê bikişînên ser vê, me ev meşe li dar xist. Ev meş tenê ne meşa CHP’ê ye; meşa yên ku li edaletê digerin, yên ku hatine mexdûr kirin e.”

Raporta Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG