Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Pilana Gereke Nû ya Axaftinên Cinêvê Dike li Dor Sûriyê


Staffan de Mistura
Staffan de Mistura

Şandê Taybetê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê dibêje ew pilan dike ji bo lidarxistine gereke nû ya axaftinên aştiyê li Cinêvê meha bê.

Nivîsîngeha Staffan de Mistura îro şemiyê got ew armanc dike ku şandên beşdar roja 9ê meha bê bigihin Cinêvê û roja din dest pê bikin.

Nivîsîngehê diyar nekir dê ev ger, gera heftem, çend roja dirêj ke.

Wê got rêzdar de Mistura pilan dike gerên din jî di mehên Tebax û Êlûnê de lidarxe.

Axaftinên Cinêvê di navbera aliyên şerê Sûriyê de, ku Neteweyên Yekgirtî mêvandariya wan dike, ew hewlên herî sereke û bilind in ji bo bidawîanîna şeş salên şerê navxweyî yê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG