Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşekê de li Bingeheke Polîs Talîbana Afganistanê 5 Kesan Dikuje


Tevgera Talîbanê îro yekşemê êrîşek bir ser bingehek polîs li rojhilata welêt û di encamê de 5 endamên polîs kuştin, li gor berpirsan.

Peyvdarê polîsê parêzgeha Paktia Serdar Walî Tabasim got 8 polîsên din û 9 sivîl jî di êrîşê de birîndar bûn. Wî got êrîşkerekî kembera xwe ya bumbekirî peqand, du êrîşkerên din ji aliyê polîs ve hatin gullebarankirin û yek hîn di hindirê bingehê de şer dikir.

Bingeh her wiha komandariya herêmî ya parêzgehên rojhilata Afganistanê vedihewîne.

Di daxuyaniyekê de ku ji medya re hatibû şandin, peyvdarê Talîbanê Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya tevgerê li dor êrîşê ragihand .

Peyvdarê Parêzgarê Paktia, Ebdullah Hesrat got yek ji wan teqînan bi hêz bû ta radeyekê ku camên pencereyan bo 2 kîlomitir avêtin.

Di heman demê de, li parêzgeha hevsînor Logar hin çekdaran serokê polîsê vekolînên gunehkariyê kuşt, li gor peyvdarê Parêzgarê Logar, Salim Salih.

XS
SM
MD
LG