Lînkên eksesibilîtî

Erdogan bi Tundî " Meşa Edaletê" Rexne Dike


Receb Tayyip Erdogan

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe de “Meşa Edaletê” ya ku CHP dabû destpêkirin rexne kir û got ferqa we ji yên ku xwestin darbeya leşkeri pêk bînin tuneye. Wî got eger ku hûn rabin rêya TEM’ê bigrin û hûn bibêjin em ê rêya E-5 işgal bikin ew jî wek 15 Tîrmehê dibe û em ê nehêlin ku rewşeke wiha çêbe.

Erdogan dibêje divê em lêbikolin ka têkilîya van kesan bi tevgra FETO re çiye?

Wî got:

“ferqa we û FETO ev e ku di destê wan de çek û F-16 hebûn bi tanq û topan eriş dikirin hûn jî niha li rêyan dimeşin û bi êvaran jî israhata xwe dikin.”

Herwiha Erdogan ji serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglî re got:

“Bi pankartên edaletê edalet ne mimkin e. Edalet ne li rêyan e Edalet li avahîyên Dadê ne. Wekî ku Suleyman Demirel gotibû rê bi meşê xelas nabe. eger neheqîyeke hebe we yê serî li dadê bida . hûnê ne li rêyan hûnê li meclîsê bûna “

Herwiha wî ji Kiliçdaroglî re got rojeke dadger te jî ji bo ifade dayînê dawet bike şaş nemîne

11 parlementerên Partîya Demokatîk a Gelan û yek jî yê CHP bi tevahî 12 parlementer di girtîgehan de ne. Herwiha 5 hezar endamên Partîya Demokratîk a Gelan di girtîgehan de ne.

Hêjayê gotinê ye ku li Tirkîyê rewşa awarte berdewam dike û her roj bi dehan kes li Tirkîyê tên binçav kirin û girtin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG