Lînkên eksesibilîtî

Heyva Sor a Kurd li Efrînê Berava Gola Meydankê Paqij Dike


Heyva Sor a Kurd li Kantona Efrînê bi diruşmeya "Paqijî Şaristanî ye" pêngava paqijkirina beravên Gola Meydankê li navçeya Şera didomîne.

Pêngav bi alîkarîya sazîyên tendirustîyê di Rêvebirîya Xweser de û şarederîya gundê Meydankê her roja Înê bi rê ve diçe.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dr. Nûrî Şêx Qenber dibêje ku armanca vê pêngavê paqijkirina derdora Gola Meydankê ye ku cîhê seyran û gerê yê Herêma Efrînê ye.

Dr. Nûrî Şêx Qenber
Dr. Nûrî Şêx Qenber

"Pêngava paqijkirinê bi însiyatîfa Heyva Sor dest pê kiriye. Em bang li alîyên peywendîdar û hemwelatîyan dikin ku jibo paqijîya golê destekê bidin me," Dr. Qenber dibêje.

Hêjayî gotinê ye ku Gola Meydankê li ser ava Çemê Efrînê, pişt bendava bi heman navî ye hatiye çêkirin. Ev gol jêderê sereke yê ava vexwerinê û avdana zevîyan e û herwiha beravên wê cihê geşt û seyrana hemwelatîyan e.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG