Lînkên eksesibilîtî

Hikûmeta Sûriyê Bi Tundî Encamên Vekolînên Êrîşên Kîmawî Rexne Dike


Hikûmeta Sûriyê bi awakî tund rêxistina navnetewî ya nehêştina çekên kîmawî rexne kir li dor encamên vekolînên wê ku diyar kirin gaza Sarîn hatiye bikaranîn.

Hikûmetê got vekolînan li gor gewahîdanên terorîst encam dane û ew vekolînên sexte ne.

Wezareta derve ya Sûriyê îro şemiyê di daxuyaniyekê de bang li rêxistina navnetewî ya nehêştina çekên kîmawî kir ku “raportan amade bike dûrî bandora welatên ku naxwazin ew bigihe rastiyê.”

Wezaretê encampên vekolînan wek” karê kesên mejî nexweş“bi nav kir.

Encamên vekolînan doh înê diyarkirin ku gaza Sarîn hatibû bikaranîn di êrîşa roja 4ê meha Nîsanê de li bajarê Xan Şêxûn ê parêzgeha Idlibê.

Raporta Rêxitistinê aliyê guhnehkar binav nekir.

XS
SM
MD
LG