Lînkên eksesibilîtî

Asayîşa Efrînê Ser Rewşa Dawî ya Ewlekarî Daxuyanîyek Da


Cegerxwîn Memo

Asayîşa Kantona Efrînê derbara rewşa dawî ya kantonê û êrîşên artêşa Tirk yên bi ser Efrînê de daxuyanîyek da çapemenîyê.

Daxuyanîya asayîşê, jibo ewlehîya kantonê û welatîyan, hejmareke tedbîr ragihandin.

Berdevkê asayîşê Cegerxwîn Memo ji Dengê Amerîka re behsa tedbîran ewlekarîyê kir û wiha got:

"Jiber rewşa dawî em tê re derbaz dibin, me hejmareke tedbîr standin, hin ji van tedbîran berê tên bi cih anîn, û îro em li wan tekez dikin, em di asta hişyarîyê ya herî jor de ne".

Memo da zanîn ku hemû derîyên kantonê jibo derbazbûna sîvîl û penaberan vekirîne û sîstemeke taybet jibo erebe û meşîneyan tê pêk anîn, herwiha jibo kesên ji derve kantonê jî tedbîr hene.

"Di reşwa topbaranê de divê hemwelatî agahdar bin û yedekên pêwîst pêk bînin: wek daketina jêrzemînê û agahdarkirina asayîşê ji her tiştekî bi guman" Memo bang li hemwelatîyan kir.

Berdevkê asayîşê got ku wan gelek şaneyên veşartî binçav kirine û hin erebeyên ku dixwest çek û cebilxanê derbaz kantonê bikin, hatine girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Kantona Efrînê di dema dawî rastî êrîş û gefên zêde ji alîyê artêşa Tirk û komên tundrê ve tê.

Herwiha axa kantonê bûye rêya navbera deverên û rojavayê Helebê loma asayîş jî tedbîrên xwe zêde kirine.

XS
SM
MD
LG