Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Firokên Alîkariya Mirovantiyê Gihiştin Yemenê


Sê firokên alîkariya mirovntiyê tevî karmendan, gihiştin paytexta Yemenê, Sanaa.

Ev barên alîkariyê yên pêşî bûn ku, derbasî Yemenê dibin, piştî ku Erebistana Saûdî, derbasbûna alîkariyan qedexe kir bû.

Rêber û serokên Programa Xwarina Cîhanî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û UNICEF tev de, huşyar dabûn ku, nehiştina derbasbûna alîkariyên mirovantiyê, wê ziyaneke mezin bighîne sivîlan.

Li gorî ajansên ku, rewşa Yemenê dişopînin, jimara kesên li jêr gefa birçîbûnê de ne, gihiştiye 7 milyon kesan û dibe ku ew hejmar zêdetir bibe.

Bi kêmî yek milyon zarok di bin gefa nexweşiyan de ne, bi taybetî Kolêra,wan pêwistî bi alîkariyeke lezgîn heye.

Ji ber şerê Yemenê, bêtir ji 10,000 kes hatine kuştin û bêtir ji 3 milyon kes ji mal û warên xwe koçber bûn e.

XS
SM
MD
LG