Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Mûsa Anter ên Rojnamegerîyê Li Stenbolê Hatin Dayîn


Piştî kuştina nivîskar û rojnamegerê Kurd Musa Anter (Apê Musa) li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê têne dayîn.

Îsal jî xelatên rojnamegeriyê ya 27’an ya "Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad" li Şîşlî ya Îstenbulê hatin dayîn.

Pêşbirka îsal jî wekî par ji hêla rojnameya Yenî Yaşam ve hat lidarxistin. û pêşbirk ji pênc kategorîyan pêk hat. xelata nûçeya Tirkî, xelata nûçeya Kurdî, xelata rojnamegerîya Jinê, xelata wêneyan û xelata beşa karîkatûran hatin dayîn.

Xelata nûçeya Tirkî ji Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal û ji Rojnameya Bîrgun Huseyîn Şîmşek, bi hev re wergirtin.

Herwiha xelata nûçeya Kurdî ji Ajansa Mezopotamya Azad Altay bi nûçeya Qeyûmên Sîlopîyê erdên aîdî şaredarîyê bi erzanî firot rêveberên AKP’ê” bi dest xist.

Dîsa xelata wenêyî jî tu kesan bi dest xist. rojnamegerê European Pressphoto Agency (EPA) Sedat Suna û rojnamegera Jinnews’ê Rojda Aydin sitand.

Xelata rojnamegerîya jinê li ser navê rojnamegerên jin ên di zindanan de edîtora Jinnews’ê a di zindanê de Kîbrîye Evren wergirt. Xelata karukaturê jî karîkaturîst Aşkin Ayrancioglu wergirt.

Azad Altay ku xelata nûçeya Kurdî berîya niha jî wergirtîbû hestên xwe jibo Dengê Amerîka vegot.

“Berîya niha jî min ev xelat wergirt, çoş û kelecana berîya niha hêj berdewam dike. Jiber ku ev kelecan û çoş jibo min kelecana û çoşa rojnamegerîya li ser heqîqete xwe ava dike ye. Kelecana rêya ku Apê Musa ku bi berdêla canê xwe vekirîye. Ez jî jiber ku endameke capemenîya azad im keyfxweş im. Bi vê xelatê min careke din girînîya nivîsandina rastîyan hîs kir”

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00


XS
SM
MD
LG