Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îdlibê 2 Leşkerên Tirkî Hatin Kuştin Û 5 Birîndar


LeşkerênTirk li gundê Qaminas, 6 kilometran dûrî bajarê Idlib
LeşkerênTirk li gundê Qaminas, 6 kilometran dûrî bajarê Idlib

Tirkîyê îro ragihand ku li nêzîkî Îdlibê di êrîşên esmanî yên leşkerê Sûrî da 2 leşkerên wan li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Tirkîye dide zanîn, ku di encama êrîşa Sûrî de, wan jî bersiv daye û herî kêm 50 leşkerên Sûrî hatine kuştin, ev 2 heftene leşkerên Sûrî û Tirkiyê di kevin di nava şerên raste rast da piştî ku aloziyên li Îdlib zêde bûn.

Erîî di wî çaxî da pêkhatin dema doh Çarşemê serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hişyarîya êrîşa ser Îdlibê dabû, piştî ku bi alîkarîya hêzên Rûsî artêşa Sûrî gelek herêm li Îdlibê û bakurê rojavayê Helebê xistin jêr kontrola xwe û berî niha li jêr kontrola grûpên çekdar yên opozsyona Sûrî da dabûn.

Derbarê rewşa pevçûnên îro li Îdlibê, wezareta berevaniya Tirkî dibêje, hêzên wan 5 tankên Sûriyê 2 panzer û çend makîneyên leşkerî li wê herêmê têkdane.

Ji hejî bîrxistinê ye, di çend rojên bûrî da 13 leşkerên wan tevî kesekî girêbest yê sivîl li Îdlibê di êrîşên leşkerê Sûrî da bi piştevanîya leşkerên Rûs hatbûn kuştin.

Derabrê aloziyên li Îdlibê hefteya bûrî şanda Rûsî li Enqerê bû, herwiha roja Duşema bûrî û Sêşemê şanda Tirkî li Moskow bû, li gel berpirsên Rûs danûstendina li ser rewşa li Îdlibê encam dan, lê weke çavdêr dibêjin encamên erênî ji civînên herdu aliyan derneketin.

XS
SM
MD
LG