Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Topbarana Tirkîyê de Malbeteke Efrînî ya Derbider Hate Kuştin


Malbateke Efrînî ku ji warê xwe hatibû derxistin, şeva Sêşemê li devera Şêrewa ya Efrînê bûye armanca topbarana artêşa Tirk.

Şeva borî top û mûşekên artêşa Tirk bi ser gundê Aqîbê yê Şêrewa de barîn û di encamê 3 kes hatin kuştin ku ew Hesen Îzet yê 55 salî, hevjîna wî Fatime ya 46 salî, û zaroka wan Sirûşt ya 12 salî ne.

Malabata Kurd ya Efrînî ku ji gundê Birîmce ye, berî du salan dema êrîşa artêşa Tirk û çekdarên pêre li dijî Efrînê, ji warê xwe koçber bûbû û li gundê Aqîbê bi cîh bûbû.

Anjela Reşo
Anjela Reşo

Hevseroka Heyva Sor ya Kurd Anjela Reşo ji Dengê Amerîka re got ku Şêrewa rojane tê topbaran kirin.

“Şeva borî jî malbateke Efrînî bû qurbanî, jiber topbaranê xanîyê ku malbata Hesen bi ser wan de hilweşî. Me, wek Heyva Sor ya Kurd jibo rizgarkirina qurbanîyan alîkarî şand, lê jiber topbarana bê serûber em nikanîbûn heta derengîya şevê xwe bighînin wan, ku enqazan rakin û qurbanîyan ji bin derxin” Reşo bi berdewam got.

Reşo herwiha da zanîn ku xencî 3 kesên ku jîyana xwe ji dest dane, 3 kesên din jî di heman êrîşê de birîndar bûn.

“Di topbarana şeva borî de yek jê zarok 3 kesên din jî birîndar bûbûn, ew jî derbiderên ji gundê Kurzêlê ne û li Aqîbê dimînin. Her sê birîndar ji nexweşxanê re hatin rakirin û rewşa wan hîn ne dîyar e”.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî topbaran şermezar kir û wek komkujî bi nav kir.

“Em wek Rêvebirîya Xweser ji civaka navdewletî dixwazin ku rê li ber van komkujîyan bigire jiber ku bêdengîya wê rê dide êrîşên berdewam yên Tirkîyê.”

Hêjayî gotinê ye ku 10 gundên devera Şêrewa ya Efrînê di bin kontrola hêzên rejîma Sûrî de ne û tevî bi hezaran şênîyê van gundan, hejmareke pir ya derbiderên Efrînê jî li wirê dijîn.

NR_02_26_2020_Şêrewa_Topbaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00


XS
SM
MD
LG