Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP bo Malbatên Leşkerên Tirk Sersaxîyê Dixwaze û Desthilatê Rexne Dike


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bo malbatên leşkerên Tirk yên li Îdlibê hatine kuştin sersaxî xwest.

Di daxuyanîya nivîskî ya HDP’ê de, ku li ser navê hevserokên partîyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hat belavkirin, banga aştî û dîyalogê derket pêş.

‘’Em careke din dibêjin ku bo ew rewşa lihevketî ya şer ya li Rojhilat Navîn bi dawî bibe, bo aştîya herêmî çêbe, rêka rast dîyalog û danûstandin e.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

HDP’ê desthilata Tirkîyê ser agahdarnekirina parlamanê rexne kir û xwest ku kombûna awarte çêbe.

Wê partîyê da zanîn ku bo vegerîna ji rêka şaş ne dereng e û bang li hemî hêzên berevanîya aştîyê dikin ku dijî şer berpirsîyan bigirin ser milên xwe.

Li gor daxuyanîya karbidestên Tirkîyê, di êrîşên li Îdlibê de, 33 leşkerên Tirk hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG