Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Du Parêzer jibo Protesto Rojîya Mirinê Didomînin


Du parêzerên endamên Komela Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) li zindanên Tirkîyê di rojîya mirinê de ne. Aytaç Unsal ji sed rojan zêdetir, Ebru Timtîk jî ji 130 rojan zêdetir e rojîya mirinê didomîne.

Her du parêzerên di greva birçîbûnê de, 5 Nîsan’ê dest bi rojîya mirinê kirîbûn. Tîmtîk li zindana Sîlîvrîyê ya Stenbolê. Unsal jî li Girtîgeha Burhanîye ya li Balikesîrê tê girtin.

Jiber rojîya mirinê her du parêzeran gelek kîlo winda kirine û jîyana wan di rewşeke xeter de ye. Tîmtîk ji 64 kîloyan ketiye 50’î kîloyab, Unsal jî ji 79 kîloyan ketiye 64 kîloyan.

Çîgdem Akbulut
Çîgdem Akbulut

Parêzer Çîgdem Akbulut, ku parêzera Tîmtîk û Unsal e, dîyar kir ku her du parêzer jibo dijî derketina neheqî û bilindkirina têkoşîna edaletê ketine rojîya mirinê.

“Her du hevkarên me hem jiber bê hiqûqîya di dosyaya wan de, hem jî jiber daxwazên Mustafa Koçak, endamên Grup Yorum Hêlîn Bolek Îbrahîm Gokçek jî dest bi rojîya mirinê kirîbûn. Lê mixabin Koçak, Bolek û Gokçek di rojîya mirinê de jîyana xwe ji dest dan.”

Akbulut bi berdewamî got ku darizandina parêzeran bi awayeke bê bingeh û dijî hiqûqê pêk hat.

“Jibo 18 hevkarên me nêzî 160 salan cezayên zindanê hat birîn. Darizandineke bê hiqûqî hat bi rê ve birin. Parêzeran jibo dengê xwe bidin bihîstin û darizandineke dadyane, dest bi rojîya mirinê kirin.”

Akbulut herwiha got ku ji Wezareta Dadê û ji Wezareta Karê Navxweyî xwest ku zextên sîyasî yên li ser darizandina parêzeran rake û ew bawer dike ku eger zext li ser dadgehê nebûya ev dosya heta niha bi dawî hatibû.

Hêjayî birxistinê ye ku bi Biryareke Desthilata Qanûnê (KHK) Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) hatibû girtin û 20 parêzer jî Îlona 2017’an de bi tawana “endambûna rexistina terorê” û “revebirîya rêxistina terorê” hatin darizandin û ji 20 parêzeran re nêzî 160 sal cezayê zindanê hatibû birîn.

Niha dosyaya parezeran li dadgeha bilind tê dîtin.

MEB_05_15_2020_Parêzer_Rojîya_Mirinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00
XS
SM
MD
LG