Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka ya li Şamê Ser Lihevkirina PYNK û ENKS'ê Daxuyanîyeke bi Kurdî Belav Kir


Balyozxaneya Amerîkî ya li Şamê ser lihevkirina Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya bi Kurdî ji hesabên medya civakî yên Balyozxaneya Amerîkî ya li Şamê hat weşandin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Amerîka lihevkirina her du alîyan wek ‘’pengaveke girîng a dîrokî’’ dibîne û ew dê rê li ber ‘’lihevkirinên mezintir’’ û ‘’hevkarîya pratîk’’ veke.

Wê alyozxaneya Amerîkî, di daxuyanîyê de bal kişand ser têkoşîna Kurdan ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ).

‘’Herdu şandeyan cangoriyên mezin ên gelê Sûrî, nemaze ên canê xwe di şerên bi rûmet de feda kirin da ku cîhanê ji sitemkariya DAIŞ biparêzin, pejirandin’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Li gor daxuyanîya balyozxaneyê, lihevkirina her du alîyan bi piştgirîya Amerîka çêbûye û bi vî awayî dê bo kêşeyên Kurdên Sûrîyê çareserîyên aştîyane çêbin.

PYNK û ENKS roja Çarşemê bi amadebûna şandeyên ji her du alîyan, tevî fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, nûnerê Amerîka yê Bakur û Rojhilata Sûrîyê William V. Roebuck daxuyanîyeke hevpar weşandibûn.

Wan di daxuyanîyê de destnîşan kiribûn ku qonaxa yekê ya dîyaloga yekîtîyê bi dawî bûye û giheştiye nêrîneke sîyasî ya hevpar. Bi daxuyanîyê dîyar dibe ku dîyalog wê li ser bingeha Peymana Duhokê berdewam bike û di rojên pêş de wê peymaneke giştî were îmza kirin.

XS
SM
MD
LG