Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Efrînî li Xerîbîyê Hefteyeke Çandî Pêk Anîn


Tevgera Kevana Zêrîn ku rêxistineke jinê ya çandî ye hefteyeke çandî û hunerî li penageha Efrînîyan anku li herêma Şehba li dar dixe.

Jinên di hefteyê de beşdar çand û hunera xwe û ya Çîyayê Kurmênc pêşkêş dikin.

Rêvebira Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq got ku ew dixwazin çanda xwe ya resen bi civaka xwe bidin nasandin.

"Tevî dûrketina ji Efrînê, em kok çanda xwe ji bîr nakin,” Çolaq got.

Di çalakîyên hefteya çandî û hunerî de heşt komên jinan beşdar dibin, ku tê de çîrokên gelêrî, helbest, şano, govend, stran û muzîk tên pêşkêş kirin.

Çalakîyên hefteya çandî û hunerî, li cîhên cuda tên pêşandan, ku her rojekê li kampekê yan gundekî herêma Şehba pêk tên.

Derbiderên Efrînê jî bi coş li dora dika çalakîyan dicivin û lê temaşe dikin ku pê xemên xwe direvîne û xeyalên xwe ber bi Efrînê ve difirînin.

NR_07_05_2020_Hefteya_Çandî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG