Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Jiber Êrişên Çekên Kîmyayî Tê Tawanbar Kirin


Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW)
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW)

Dîplomat dibêjin, cara yekem welatên endamên çavdêrîya çekên kîmyayî yên cîhanê roja Pêncşemê bi rêjeyek bilind deng dan ku bizavekê destpê bikin li ser lêpirsînekê ku bi eşkere Sûrîyê tawanbar dike jibo êrişên gazên kîmyevî wekî sarîn.

Rapora di meha Nîsanê da ji alîyê tîmek nû ya lêpirsînan ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatîye amede kirin da zanîn ku hêza hewayî ya Sûrîyê gaza sarîn û klorîn li ser gundê Lataminah di Adara 2017an da rêşandîye.

Rûsya, Çîn û Îran li dijî biryara OPCWê deng dan.

Sazîya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ji 193 devletên endam pêk dihêt û civata rêveberîya wê ya biryar girtinê ji 41 endaman pêk dihêt û Sûrîyê bi binpêkirina Peymana Çekên Kîmyevî ve tawanbar dike.

Balyozê Brîtanya Peter Wilson di twîta xwe da got welatan deng dane ku "bizavek li ser rapora IIT (Tîma Lêkolîn û Destnîşankirinê)" bihêt destpê kirin" û wî ew dengdan herwekî "dengdana hêja ya piraniyê jibo dawî kirina CW (çekên kîmyewî)" binav kir.

Balyozê Fransa Luis Vassy di axaftina xwe ya bo civatê da vê heftîyê got pêşnûmeya ku Fransayê pêşnîyar kirî, bang li Sûriyê dike ku "rewşê rast bike" û ji serokê OPCWê jî dixwaze ku agahîyan li ser vê mijarê bide.

Herwiha wî ew rewş pisparê civîna salane kir ku hemû welatên endam di meha Novembrê/Mijdarê da dicivin û "heke rewş nehêt rast kirin pêşnîyarên pîvan vergirtinê" bihên kirin.

Ev jî rewş ji civîna salane ya hemî welatên endam re di meha Mijdarê de bi "pêşniyarên ji bo tedbîrên ku dikare were girtin ... di bûyera nebûna redkirinê de" binav kir.

Pêşnûme bi 29 dengan, bi sê deng dijî û neh dengên bêdeng, derbas bû.

Rapora yekem ya tîma lêkolînên nû yên OPCWê dîyar kir ku du balafirên şerî yên Sûrîyê bombeyên gaza kîmyevî sarinê li ser Lataminah rêşandin û helîkopterekê jî bombeyek barhilgir ya tijî klorîn berda ser gundî.

Ew Tîme di sala 2018an da di bin givaşa Rojavayê da hate damezirandin da ku tawanbarên êrîşan destnîşan bikin. Berê vê çavdêrîyê tenê dikarî bibêje ka êriş pêk hatîye anjî ne, ne ku berpirsiyar kî ye.

Serokê OPCWê, Fernando Arias çi dibêje?

Serokê OPCWê, Fernando Arias, serê vê heftîyê got ku ew tîme lêkolînên ser bûyerên din li Sûrîyê dike.

Şamê û piştgirê wê Moskowayê encamên lêpirsînê red kirin û îdîa kirin ku êrişên bi çekên kîmyewî rast nîn e, û hêzên Rojavayî bi polîtîzekirina OPCWyê, ku di sala 2013an da Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû, tawanbar kirin

Sûriye bi berdewamî karînana çekên kîmyewî înkar dike û israr dike ku wê li gor peymana 2013an çekên xwe radest kirine li ser êrîşa gumanbar ya sarinê ku 1400 kes li herêma derveyî Şamê li Ghouta kuştîbûn.

XS
SM
MD
LG