Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ENKS bi Pêgirî Berdewamîya Dîyaloga bi PYNK'ê re Dike


Encûmana Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jibo zelalkirina helwesta xwe ya jibo dîyaloga bi Partîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) re dest bi jimareke semîner û civînan kir.

Endamê desteya serokatîya ENKS’ê Silêman Oso ji Dengê Amerîka re got ku ew jibo berdewamîya dîyaloga Kurdî - Kurdî pêgir e.

Dîyaloga Kurdên Sûrîyê ku piştî însîyatîfa fermandarê giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî û piştgirîya seroktîya Herêma Kurdistanê qonaxa yekê serketî derbaz bû.

Her du alîyan di meha borî de bi amadebûna nûnerên Amerîkî preskonferanseke hevbeş dar xistibûn û tê de encama lihevkirina destpêkî ragihandibûn.

Hin çavdêr bawer dikin ku qonaxa duyê jiber mijarên rêvebirî, aborî, leşkerî wê bi zehmetî derbaz bibe, lê Oso dibêje ku tevî dijwarîyan, ewê di dîyalogê de berdewam bin.

ZO_19_7_020_PNYK_ENKS
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG