Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Hin Baroyên Tirkîyê Daxwaza Berdana Parêzer Tîmtîk Û Unsal Dikin


Heads of some Bar Associations in Turkey
Heads of some Bar Associations in Turkey

Jimareke serokên baroyên li Tirkîyê berdana parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal xwest ku ji meha Nîsanê vir ve di rojîya mirinê de ne.

Serokên baroyên Stenbol, Kocaelî, Enqere, Îzmîr, Amed, Edene û Yalova, Tîmtîk û Unsal li nexweşxaneyê ziyaret kirin.

Serokên baroyan, piştî seredana li nexweşxanê li avahîya Baroya Stenbolê civîyan û bersîvên pirsên rojnmevanan dan.

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu got ku daxwaza darizandina dadmendî ya her du parêzeran heye û rewşa saxlemîya wan giheştiye qonaxeke krîtîk.

"Parezeran bi awayekî dadmendî nayên dadgeh kirin. Piştî destpêkirina darizandinê pênc rojan, hemî parêzer hatibûn berdan, lê piştî 10 seatan bi îmzaya heman heyeta dadgehê biryara girtina parêzeran hat dayîn,” Durakoglu got.

Wî bi bîr xist ku tevî rapora Sazîya Tipa Edlî (ATK) ku dibêje ‘’ Tîmtîk û Unsal jiber sedemên saxlemîyê nikarin li zindanê bimînin’’ ew hîn nehatine berdan.

Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan jî dîyar kir ku hemî prensibên hiqûqî yên heremî û netewî hatine binpê kirin.

“Xwestina berfirehkirina lêpirsînê nehat qebul kirin. Bi binpêkirina hemî prosedurên hiqûqê, qanûna cezayê dijmin hat karanîn. Kuştina hiqûqê ev 220 roj in didome. Ne darizandina dadmendî, darizandin jî tüneye,” Sagkan got.

Wî hişyarî da ku rewşa tendirustîya her du parêzeran pir xeter e û ew ber bi mirinê ve diçin.

Hêjayî birxistinê ye ku Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) bi Biryareke Desthilata Qanûnê (KHK) hatibû girtin.

20 parêzerên endamê wê komelê jî di Îlona 2017’an de, bi tawana “endambûna rexistina terorê” û “revebirîya rêxistina terorê” hatibûn darizandin û nêzî 160 sal cezayê zindanê li wan hatibû birîn.

MEB_19_08_20_Baro_Tîmtîk_Unsal
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00

XS
SM
MD
LG