Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NÇM li Stenbolê Derbazî Cîhê Xwe yê Nû Bû


Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ji avahîya xwe ya 18 salan ya li Beyoglu ya li Stenbolê hat derxistin û derbazî cîhê xwe yê nû bû.

NÇM di 27’ê Îlon’a 1991’ê de li Stenbolê ji alîyê komek rewşenbîran di nav de Musa Anter, Îsmail Beşîkçî Huseyîn Sagniç û Alî Temel ve hatibû damezrandin.

Bi derbazbûna 29 salan de NÇM’ê jibo pêşxistin û pêşeroja ziman, çand û hunera Kurdan û gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn xebatan bi rê ve dibe.

Bi atolye û xebatên muzîk, şano, sînema, wênesazî, dansên folklorî bi sedan hunermend perwerde kirin û çand û hunera Kurdî gihand girseyên mezin.

Lê, di heman demê de di 29 salên derbazbûyî de gelek çalakîyên NÇM ji alîyê dewletê ve hatin asteng kirin, hunermendên wê hatin binçav kirin û hatin girtin.

Herî dawî, NÇM ji alîyê wezareta navxweyî ya Tirkîyê ve sala 2016’an de bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ve hat girtin, lê ew xebatên xwe heta niha jî didomîne.

Kedkarê NÇM’ê yê 29 salan Çîya Şenses dibêje ku derxistina wan ji avahîya 18 salan ne bûyereke ji rêzê ye.

“Ev avahî malê weqfê bû û NÇM 18 salan li vê avahîya ma. NÇM’ê ev avahî jibo 35 salan kire kirîbû. Piştî guhartina qanûnê avahî jiber sedemên nûkirinê jibo îhaleyê hat vekirin û çar caran îhale hat çêkirin û 2 caran NÇM’ê îhale qezenç kir, lê dîsa jî avahî nedan NÇM’ê”

Hunermend Şenses tînê ziman ku derxistina wan ji cîhê wan domandina politîkaya asîmîlekirina Kurdan e.

“Li Stenbol’ê 5 mîlyon Kurd hene. Avahîyeke xirbende layiqî Kurdan nabînin. Di hemî alîyan ve dixwazin Kurdan tune bikin. NÇM jiber bişaftin û asîmîlasyona zimanê Kurdî ku birîneke îltîhab girtîbû peqand û niha ew bêçare bû ne.”

Şenses jibo cîhê NÇM’yê nû yê li kolana Îstîklal’a Beyoglu jî got ku ew li benda hunerhêzan e.

MEB_25_08_20_NÇM_Çîya_Senses
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG