Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berri Shemdin: Şano bi Azadîya Civatê ve Girêdayî Ye


Her miletek dixwaze ku bengeh ên hebûna xwe di jîyanê de ava bike , bi her rengekî û her şewazekî cuda, yek ji wan wêneyên herî girîng di dîroka mirovan de, şano ye ku ji destpêka jîyana mirovan ew bi şêwazê derbîrnîyên wan û bi şehristanîyê re êdî bû ziman û nasnameya gelan û ya din jî raman û bûçûnên wan hatin parvekirin.

Di nav Kurdan de jî ji ber civaka wan ya rengîn, rengekî gelîrî ji şano hebû lê belê negihişt asta pisporîyê û di nav xwe de ma. Lê belê di salên dawî de hin ji keç û xortên Kurdan berê xwe dan hunera şano û bi awayekî zanistî û pisporî vejîn kirin bi taybetî li bajarên Kurdî li Tirkîyê wek Amed, Batman, Mêrdîn…

Berri Shemdin yek ji wan kesan e ku li Amedê dest şano kir û bi awayekî balkêş cîhê xwe li ser dika şano girt.

Di 2003an de wê di Şanoya Şaredarîya Mezin ya Amedê de dest bi Şanoyê kir.

Di 2005an de li Zanîngeha Bilkent/Gosteri Sanatlari 2 salan xwend û paşê derbazî Zanîngeha Ankara beşê Şano bû û di sala 2012an de beşê lîstikvananîyê qedand.

Pîşt zanîngeh vegerîya Şanoya Bajar Amedê û lîstikvanîya xwe berdewam kir û di heman heman demê de jî ew di Konservatuara Aram Tigran de û Akademîya Cegerxwin bû mamostaya şano.

Bi jinên malê ra (Sûr) li ser Dîroka Hûner komxebatek kir.

Herwiha jî wê bi şagirtên xwe re Şanoya Kuçê bi navê “Şujin” ava kir.

Bi şagirtên Zaningeha Amedê, Konservatuara Aram Tîgran û Akademîya Cegerxwin re di Roja Zimanê Dayikê de “flashmood” çêkir.

Bi helbestvanên Kurd re, di nava 13 otobusên li bajêr bi beşdarîbûna şagirtan ve helbest xwendin.

Wekî din jî Berri 8 mehan karê xwebexşî li kampa penaberên Êzîdî ya li Amedê kar kir.

Jiber rewşa wê ya sîyasî û fişara ser wê ji alîyê hikûmeta Tirkîyê, ew di sala 2016an de li Londonê bi cîh bû û ew niha li wî bajarî dersên drama û govendê dide.

Di sala 2019an de bi komek şano ya Îngilîzî di şanoya Shakespeare-Corolanius de rola Corolianus lîst.

Li London Berri Stand-Up ya bi Kurdî dike û çîrokên Kurdî dibêje.

Berri Endama London Kurdish Film Festival û Kurd-Akad UK ya rêxistina akademîsyen û profesyonelên Kurdan e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:26 0:00


XS
SM
MD
LG