Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kazimî Soza Parastina Avahîyên Nûnertîyên Dîplomatîk Dide


Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda
Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda

Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî îro Çarşemê got ku ewê hemî avahîyên nûnertîyên bîyanî li Îraqê biparêzin.

Kazimî, di civîneke taybet de li pêş 25 dîplomatên bîyanî got ku ewê herwiha misoger bikin ku tenê hêzên dewletê xwedî çekan bin.

“Îraq gelek pêgir e ku serwerîya qanûnê bi cîh bike, tenê di destê hêzên dewletê de sîlah hebin û avahîyên nûnertîyên dîplamatîk yên bîyanî werin parastin, Kazimî di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Wî herwiha dîyar kir ku armanca kesên ku êrîş tînin ser nûnertîyên dîplomatîk têkbirina aramîya Îraqê û xirakirina peywendîyên wê yên navnetewî ye.

Rêvebirîya Amerîkî di demên dawî de dibêje ku ew jiber ku êrîşên çekdarî yên berdewam hazirîya daxistina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dike.

XS
SM
MD
LG