Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê Yek Pêşmerge Û Şeş Xwepêşander Hatine Kuştin


Xwepêşandanên li herêma Kurdistana Îraqê yên ku berî du rojan hatbûn destpêkirin, li çend herêman dom dikin. Xwepêşandanên nerazî yên li Herêma kurdistnaê ji sedema krîza aborî û nedana mûçeyên karmendan li dij hikûmeta herêmê derketine.

Li çend herêm û bajarokan xwepêşanderan û xelkê nerazî bingehên partiyên siyasî, malên berpirsan û hin dayîreyên hikûmetê dişewitînin.

Serokê hikûmeta Herêmê derbarê xwepêşandan peyvek pêşkeş kir û bersiva rojnamevanan da.

Serokê hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî derbarê xwerpêşandan peyvek dirêj pêşkeş kir, herçende piştevaniya xwe bo xwepêşandanên aştiyane ragihand lê bûyer û xwepêşandanên çend rojên borî weke karên "Têkder" bi nav kirin.

Xwepşandanên bi taybet li parêzgeha Silêmaniyê û Helebce û herêma Germiyan hatine destpêkirin, hêzên ewlekariyê rêgiriyê dikin, di encam de tundûtîjî derketin, heta amade kirina vê raportê 6 xwepêşander hatine kuştin û yek pêşmerge jî giyanê xwe ji dest daye û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Li her yek ji qeza û nahiyên weke Çemçemal, Pênciwîn, Seydsadiq, Şarezor, Xormal, Tekiye, Kelar û Kifrî xwepêşandan dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa xerab ya aborî hatin destpêkirin, xwepêşander çûne ser avahî û ofîsên partiyên siyasî yên desthilatdar û opzisyon û çendîn avahiyên hikûmetê û dayire û malên çend berpirsan şewitandin.

Di encama derketina şer û pevçûnên di navber xwepêşander û hêzên ewlekariyê de heta niha 6 xwepêşander û yek pêşmerge mirine, nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

Serokê Hikûmeta Herêmê Mesûr Barzanî Çarşemê gotraek pêşkeş kir û got "Ew xem û kêşeyên welatiyan fam dikin û piştevaniya xwepêşandanên aştiyane dikin."

Karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2020ê de mehaneyên xwe yên 6 mehan nesatndine, yên ku hatine dan jî 20% ji mûçeyên wan hatîye birîn.

Mesrûr Barzanî got"Ya ku rû dide têkderî û plangêrîye û destê derve di wan bûyeran de heye bo têkdana tenhaiya Herêma Kurdistanê."

Niha li hemû bajar û bajarokan, gelek hêzên ewlekariyê hatine belav kirin da ku rêgiriyê li xwepêşandanên dijî hikûmetê bikin, lê dîsan jî li çendîn herêm û deverên Silêmaniyê xwepêşandan tên dom kirin.

XS
SM
MD
LG