Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Mahsunî Karaman Gotinên Erdogan yên Ser Demîrtaş Şîrove Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din derbarê hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş de axîfî.

Erdogan, berîya zîyareta xwe ya Azerbaycanê Demîrtaş wekî ‘terorîst’ bi nav kir û got ku ewê ti car rê nedin ku pêşîya wî were vekirin.

“Bi taybetî em mafê terorîstekî wekî Selahattîn Demîrtaş nikarin biparêzin, tiştekî wisa tuneye. Ez bawer dikim ku dadwerîya me wê derfeteke wiha nede terorîstên wek Demîrtaş.”

Erdogan di heman axaftinê de îdia kir ku ew mudaxaleyê karên dadgehan jî nake.

Gelo Erdogan çima wiha tund li dijî Demîrtaş dipeyîve û di dosyaya Demîrtaş de îdiayên dijî wî çi ne? Çima Erdogan bi hêsanî Demîrtaş sucdar dike û parêzerên Demîrtaş dijî gotinên Erdogan ti gavan davêjin?

Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman dîyar dike ku girtina Demîrtaş polîtîk e.

“Erdogan jibo domandina desthilata xwe û jibo parastina sîstema otorîter ya heyî Demîrtaş sucdar dike.”

Karaman herwiha bawer dike ku li Tirkîye qanûna bingehîn û pîvanên hiqûqê yên heyî jî nayên xebitandin.

“Di vê sîstema otorîter de ti kes û sazî nikarin dijî Erdogan gavekê bajêvin. Loma ne pêkan e ku mirov behsa dadgeheke serbixwe û bêalî bike. Binêrin ku ser gotinên Erdogan serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn ti daxuyanî neda û negot ku ev doz hîn didome û hûn nikarin mudaxeleya biryarên dadgehan bibin. Ev jî nîşan dide ku Demîrtaş di destê Erdogan de rehîne ye.”

Karaman bi berdewam got ku îdiayên Erdogan yên dijî Demîrtaş û tawanên fermî yên dijî wî ji hev pir cuda ne.

“Gotinên Erdogan yên ser ‘Bûyerên Kobanê’ yên 6 û 8’ê Cotmehê bi temamî bêbextî ye û Erdogan vê mijarê îstîsmar dike. Pirtir ji 50 kesan hatin kuştin û piranîya wan endamên HDP’ê bûn. Demîrtaş di gotinên xwe yên wî demî de dîyar dikir ku bûyer bi provakasyonan mezin çêdibûn û wî banga nermbûnê dikir.”

Karaman herwiha bal kişand ku jiber ku li gor qanûna bingehîn ya Tirkîyê dadgehkirina serok qedexe ye, ew nikarin dijî gotinên Erdogan gilî bikin yan jî dozan vekin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş di Mijdara 2016’an de bi tawanên wek "avakirina rêxistina terorê", "endamtîya rêxistina terorê", "sûckirina li ser navê rêxistina terorê" hatibû girin û ji wê demê heta niha Girtîgeha Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkîyê tê girtin.

MEB_10_12_20_Erdogan_Demîrtaş_Karaman
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG