Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşdariya Xortan di Xwepêşanderên Herêma Kurdistanê de


Xwepêşandanên Herêma Kurdistanê
Xwepêşandanên Herêma Kurdistanê

Hefteyeke pêlên xwepêşandan û nerazîbûnan li Herêma Kurdistanê bi taybet li parêzgeha Silêmanî, Helebce û herêma Germiyan jiber rewşa xerab ya aborî û nedana mûçeya dom dikin, piraniya beşdarên wan xwepêşandanên nerazî xort û genc in.

Li çendîn bajar, bajarok û herêman avahiyên hikûmetê û bingehên partiyên siyasî ji aliyê xortên nerazî ve hatin şewitandin.

Şirovekar boçûn û analîzên cûda dikin derbarê beşdarîya bihêz ya xortan û nifşê nû ku beşdarî di xwepêşandanên nerazî de kirine, li herêma Kurdistana Îraqê.

Di encama wan hemû xwepêşandanên li herêmê qewimîn, yên ku welatiyan li dij hikûmeta Herêmê encam dan, jiber rewşa aloz ya aborî û nebûna mûçeyan xwendin û lêkdanên cûda bi xwe re anîn.

Kirîza aborî li herêma Kurdistanê çendîn sale dom dike, di sala 2020ê de mûçe û mehaneyên karmendan yên 6 mehan nehatine dan, mûçeyên ku hatien dan jî 20% hatine birîn, ev jî bo sedema bargirinya rewşa jiyana karmend û malbatan.

Derbarê piraniya beşdarên xwepêşandan ku xort û genc bûne, welatiyek raman xwe tîne ziman û dibêje "Desthilata li Herêma Kurdistanê bi hişmendiyek neguher ku 30 sale dom dike tev digere, nikare bersiva pêdiviyên xortan bide, nikare xwin û hezkirinên xortekî û siberoja wî fam bike."

Welatiyek din nakokî û aloziyên niha bi rewşa xerab ya aborî girê dide û dibêje "hejmarek berçav ya xortan bêkar in, dema kar nebe, bê dahat dimîne, rewşa jiyana wî baş nabe, jiber vê rewşa xerab ya aborî hin caran pirsgirêkên civakî çê dibin."

Di rojên ku xwepêşandan li Herêma Kurdistanê bi taybet li Silêmaniyê di xurt bûn, Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê peyvek pêşkeş kir û got pêwîste xort gilî û gazinan ji hikûmeta Federal ya Bexda bikin û daxwazê ji wan bikin ku çima mûçeyê wan nayên hinartin, hikûmeta Federal jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nehinartina pereyên petrolê sûcdar dike û dibêje nezelalî di dahatê firotina petrola herêma Kurdistanê de heye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêka hefteya borî li Bexda bû, derbarê nakokiyên heyî gotûbêj encam dane.

Raporta Silêmaniyê 13 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00


XS
SM
MD
LG