Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekara Kurd Gulîstan Doku Salek e Hinda Ye


Gulistan Doku
Gulistan Doku

Xwendekara Zanîngeha Munzurê, Gulistan Doku di 5ê Rêbendana 2020an vir ve li bajarê Dersimê hinda ye.

Gulistan ji Erxenî ya Amedê bû û 21 salî bû. Malbat û hevalên wê, destgirtîyê wê Zaynal Abarakovê Rûsî bi hindabûna wê tawanbar dikin.

Gulîstan herî dawî li pêş pastaxaneyekê bi Abarakov re xuya dibe û dîmenên kameraya polîsan nîşan dide ku her du pev diçin.

Tê îdia kirin ku piştî ku Gulîstan ji wir diçe xwe ji Pira Dînarê davêje gola bendava Uzunçayira li ser Çemê Munzurê.

Di nav salekê de nêzî deh meh di çem û golê de li Gulîstan gerîyan, meytên du kesên din hatin dîtin, lê Gulîstan hin jî hinda ye.

Malbat dibêje ku bi raporên zanist piştrast bûye ku ew roj li ser pirê ti kes xwe neavêtîye nav avê û Gulîstan xwe nekuştiye. Malbat ji karbidestan dixwaze ku gumanbar wekî kujer were girtin.

Xwîşka Gulistanê, Aygul Doku di medya civakî de zirbavê Zaynal, Engîn Y. ku polîs e, sûcdar dike û dibêje ku ew jibo parastina Zaynal delîlan reş dike.

Roja Sêşemê li gelek bajaran jibo Gulîstan Doku çalakîyên cuda tên darxistin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_01_05_2021_Gulistan_Doku
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00

XS
SM
MD
LG