Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosya Girtina HDP'ê li Dadgeha Bilind Ya Tirkiyê Ye


Dîmenek ji yek çalakîyên HDP’ê (Arşîv)
Dîmenek ji yek çalakîyên HDP’ê (Arşîv)

Karbidestên Tirkîyê îro Çarşemê ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di derbarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) de, bi îdaya têkilîyên bi mîlîtanan re lêpirsînek daye destpêkirin.

Karbidestekî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di derbarê lêpirsîna dijî HDP'ê de ji ajansa Reuters ê re axifîye.

"Dozgerîyê dest bi lêpirsînê kir. Dadgeha Bilind dixebite. Îhtîmala girtinê pir bilind xûya dike," wî got.

Endamekî payebilind yê AKP'ê ya desthilatdarîya Erdogan roja Sêşemê bangên Serokê Partîya Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî yên ji bo girtina HDP’ê pejirand.

Ev lêpirsîneke dikare bibe sedema qedexekirina partîya sêyan ya herî mezin ya li parlementoya Tirk.

Ev gava dijî HDP’ê, di heman dema ku serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan roja Sêşemê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan eşkere kir, pêk hat.

Rexnegir û pisporan gotin ku ev plana Erdogan, pirsgirêkên mafên mirovan yên mirovan destnîşan nake.

Zexta ser HDP'ê piştî ku Enqereyê meha borî ragihand ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), 13 karmendên leşkerî û polîsên Tirk yên dilgirtî di dema operasyona artêşê ya bo azadkirina wan kesan, li herema Gara ya Îraqê kuştîye, her diçe pirtir dibe.

Hikûmeta Erdoagan piştî vê bûyerê , hemberî sîyasetvanên Kurd peleke nû ya desteserkirin û girtinan kiribû.

HDP bi tekilîyên bi PKK ya qedexekirî re, ku ew înkar dike, tê tawanbar kirin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar roja Sêşemê girtina Partîya Demokrasîyê (DEP) a bi rêberîya Kurdan ya di 1994'an de, bibîr xist û got ku hewldanên bo girtina me dê wan hîn hindiktir bike û me bêtir mezin bike.

"Piştî ku wan partî girtin, heman çanda siyasî bi pêlan de mezin bû. Ewê bi pir zelalî bibînin ku emê ji vê tarîya zalim bihêztir derkevin," Sancar got.

Di van salên dawî de bi hezaran rêvebir û endamên HDP'ê hatin girtin, hevdem bi dehan şaredar û parlementerên wê ji kat hatin dûr xistin.

XS
SM
MD
LG