Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis li Îraqê Peyama Aştî û Hevrejîyanê Dide


Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francis îro li Îraqê got ew wek towbekar hatiye wî welatî ku ji bihuştê bexşandinê bixwaze.

“Ez wek towbekar hatime Îraqê ku jiber evqas hovîtî û malwêranîyê lêborînê ji Bihuştê û birayên xwe bixwazim; ew seredana aştî ye, li ser navê Îsa, Mîrzayê Aştîyê. Me çawa di salên borî de jibo aştîya li Îraqê dûa kir, Xwedê tim guhdar kir. Li ser me dimîne ku em di rêça Wî de bimêşin.”

Papa Francis bang li cîganê kir ku hevdu qebûl bikin. “Dema ku em hevdu bi ferqên xwe, lê wek endamên yek malbata mirovahîyê bibînin, tenê wê çaxê em dikanin dest bi prosesa jinûve avakirinê bikin û ji nifşên siberojê re cîhaneke rindtir, dadmendtir û mirovtir bihêlin.”

Hêjayî balkişandinê ye rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yê cîhanê Papa Francis ji sala 2019’an vir ve cara yekê ye seredaneke dervayê welêt dike p ew papaya yekê ye seredana Îraqê dike.

XS
SM
MD
LG