Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Ger Dadgeh HDP'ê Bigire Emê Partîyeke Nû Damezrînin


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Înê ragihand ku ger dadgeh biryara girtina partîya wan bide, ewê di bin navekî din de xebata xwe bidomînin.

"Wek HDP’ê planên me yên B û C hene û bêguman amadekarîyên me jî didomin. Em ji şopeke wiha tên ku partîyên me tim hatin girtin. Lê, bi avakirina partîyên nû min tim têkoşîna xwe domand. Di siberojê de jî herwiha be,” Buldan di civîneke taybet ya bi medyaya bîyanî re li Stenbolê got.

Hevserokên HDP'ê bi Rojnamevanên Medya Bîyanî re Civîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

Karbidestên Tirk di operasyonên berdewam yên demên dawîyê de bi hezaran rêvebir, bajarvan û endamên HDP’ê girtine.

Hikûmeta Tirkîyê îdia dike ku peywendîya HDP’ê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî heye, lê HDP wê yekê red dike.

Givaştinên ser HDP’ê, di rojên dawî de zêde bûne, taybetî piştî ku Enqerê gotibû ku PKK'ê li herêma Garê ye Kurdistana Îraqê 13 dîl kuştine ku di nava wan de endamên artêşa Tirkîyê jî hebûn.

Nûçeyên ser girtina HDP’ê di vê demê de tê ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyêp Erdogan berî çend rojan soza baştirkirina rewşa mafên mirovan dabû.

"Ew daxuyanîya Erdogan nîşan dide ku mafên mirovan di gelek waran de hilweşîne," hevserokê din yê HDP'ê Mîthat Sancar ji rojnamevanan re got.

Wî bi berdewamî got ku hikûmet dixwaze xwe ji rêvebirîya nû ya Amerîkî û Ewrupa re şîrîn nîşan bide û dixwqze dem qezenc bike.

XS
SM
MD
LG