Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeşe Selar: Seredan Pafa Francis Dê Dergehên Danûstandinê û Lihevtêgehiştinê li Pêş Pêkhatên Îraqê Veke


Qeşe Selar Budax, cêgirê Ebrîşeya Kildanan li bajarê Elqûşê hîvî xwestin kû rengvedana seredana rêberê olî yê Xiristyana ji bo Îraqê dê birayetî û aştî û viyan be.

Qeşe Selar Budax, cêgirê Ebrîşeya Kildanan li bajarê Elqûşê Xiristyanan li Îraqê hîvî xwestin kû rengvedana seredana rêberê olî yê Xiristyana ji bo Îraqê dê birayetî û aştî û viyan be û her wisa destpêşxeriya dilfirehiyê be di nav civakên Îraqê de kû jiber cûdahiyên olî û taîfegerî jinavçoye. Eve nameyek giringe ji Îraqiyan re.

Pope Francis di seredana xwe ya sê roji de dê li cend cihên dîrokî û olî weka şînewarên bajarê Ûr yê başûrê Îraqê û li Musil rê û rismên olî birêve bibe û dê seradan xwe li Hewlêrê bi dawî bîne bi rê û rismek olî û amadebûna jimarek mezin ya Xiristiyana. Hewlêrê giringiya xwe heye wek cihek dîrokî û keltûrî ji Xiristiyanan re. Eve jî delîveye Papa rêberên Kurd û gelê Kurd bi bîne.

Qeşe Selar got jî, ev seredan dê dergehê li pêş danûstandinan û lihevtêgehiştin veke dinêvbera pêkhatên Îraqiyan de.

Seredana Pope Francis jibo Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00
Direct link

Tê çaverêkirin Pop ji rêberên Îraqê û Kurdan re pirsa mafên Xiristiyanan berçav bike kû civakên wan dibêjin, mafên wan ne dabîn kirîne, çi di destûr de çi qanûna Barê Kesyatî de. Qeşe Selar got, bêgûman Pap dê wê berçav bike çinkû me tim daxwaz ji Vatîkan û civaka nêvneteweyî kiriye kû fişarş danin ser hikumeta Îraqê ji bo dabînkirina mafên me di destûr de. Çinko eger reftarê di gel me tim bi başî û xirabiya kesan be, her tişt bêfêdeye. Bi mafên destûrî em dê hest bi aramiyê dikim û bikaribin li ser erdê xwe jiyana xwe bi domînin.

XS
SM
MD
LG