Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Nerazîbûnên Hember Vekişandina ji Peymana Stenbolê Bilind Dibe


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 21’ê Adarê de welatê xwe ji Peymana Stenbolê vekişandibû.

Wî gotibû ku Tirkîyê ne bi qanûnên navnetewî, lê bi qanûnên navxweyî wê mafên jinan biparêze.

“Peymana Stenbolê di destpêkê de jibo xurtkirina mafên jinan derket, lê hin kes ev peyman serûbin kir û xwest ku homoseksuelîyê pêş bêxin. Ew jî dijî nirxên malbat û civaka Tirkîyê ye,” Erdogan got.

Piştî wê bîryarê ji qada navnetewî û ji partî û rêxistinên li hindurê Tirkîyê bertekên tund hatin nîşandan û bang li Erdogan hate kirin da ku ji wê bîryarê vegere.

Li Wanê jî jibo vegera Peymana Stenbolê 22 sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî kempeynek destpê kir.

Berdevka kempeynê Rojbîn Bor got ku Peymana Stenbolê ser wekhevîya zayendîya civakê hatiye amade kirin.

“Armanca peymanê wekhevîya di navbera jin û mêran de û dijî jinan astengkirina her cureyên tundî ye. Peymana Stenbolê li hember tundîya derûnî, fîzîkî, destdirêjîyê, şopandina bi israr, zewaca bizorê, suneta jinê, ferzkirina kurtajê û xesandina bi zorê disekine.”

Bor dibêje de ku wan bi vê bîryarê careke din eşkere dibe ku tifaqa Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperver (MHP) li cem hişmedîya zilam sekînî û peşîya kuştina jinan vekir.

“Li vî welatî bi hezaran jin bi hişmendîya zilam hatin qir kirin. Bi vekişandina vê peymanê zilamê kujer dê were parastin û bê caza bimîne. Bi destê AKP’ê û MHP’ê peşîya tundî, zext û komkujîya jinan hat vekirin.”

Bor herwiha got ku hikûmeta Tirkîyê bi van kiryarên xwe dibe sedema têkçûna dadwerî û aborîyê.

“Bi van polîtîkayên dijî civakê, Tirkîye ti car nikare bibe endamê Yekîtîya Ewrupa (YE) ye.

Hêjayî gotinê ye ku Peymana Stenbolê di 2011’an de li bajarê Stenbola Tirkîyê, ji alîye 45 welatan û YE ve hatibû îmza kirin. Li gor peymanê, welatên îmzavan vê peymanê, di sîstema xwe ya dadwerîyê de bi cîh bikin da ku mafên jin û zarokan werin parastin.

AA_25_03_21_Wan_Peym_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG