Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Misrê Û Tirkîyê Bo Başkirina Têkilyên Lawaz Dicivin


Arşîv, Mizgefta Fatih bi amadebûna Serokê Tirkiyê R. T. Redogan Sêşema 18ê Hezîrana 2019ê bo nivêja ji dûr ya li ser cenazê Serokê berê yê Misrê Mohamed Morsî.
Arşîv, Mizgefta Fatih bi amadebûna Serokê Tirkiyê R. T. Redogan Sêşema 18ê Hezîrana 2019ê bo nivêja ji dûr ya li ser cenazê Serokê berê yê Misrê Mohamed Morsî.

Karbidestên Misrî û Tirkiyê piştî dijminahîya bi salan roja Çarşemê civîyan jibo danûstandinên bi armanca sererastkirina têkilîyên di navbera her du hêzên herêmî da.

"Şêwira siyasî" ya du-rojî di navbera her du netewan da li Qahîrê di bin serokatîya Hamdi Loza, cîgirê wezîrê derve yê Misrê, û hevtayê wî yê Tirk Sedat Onal da destpêkir. Wezareta Derve ya Misrê roja Sêşemê danê êvarî civîn bi daxuyanîyekê ragihand.

Daxuyanîyê gotûbêj wekî "danûstandinên lêgerîner" şirove kir ku dê li ser "gavên pêdivî ravestin ku ber bi asayîbûna têkiliyên di navbera her du welatan da biçe, hem dualî û hem jî di çarçoveya herêmî da.

Daxuyanîyê Hûrgulî Nedan

Misir û Tirkiye, ji sala 2013an êreve piştî ku arteşa Misrê serokkomarê ji gruba Birayên Misilman ku Tirkiyê destek dikir ji kar êxist, di alozîyan da ne. Misrê ew gruba îslamîst wekî terorîst destnîşan kir.

Di van demên dawîyê da, karbidestên paye bilind yên Tirkîyê îşaretên germbûna pêwendîyên digel Misrê dan, ku ew jî vegerînek e ji sîyaseta berê ya hikumeta Serok Abdulfettah el Sîsî bi tundî rexne dikir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 12ê Adarê da got ku her du welatan têkiliyên "îstîxbarat, dîplomatîk û aborî" pêkînane, û hêvîya têkiliyên "xurt" di navbera her du netewan da kir.

Heftîyek piştî gotinên Erdogan, hikumeta wî ji sê kanalên TVyên Misrê yên li Stenbolê û bi rêxistina Birayên Misilman ve girêdayî, xwest ku rexneyên xwe yên sîyasî dijî hikûmeta Misrê nerm bikin. Wan Kanalên televîzyonê demûdest weşana hinek bernameyên siyasî rawestandin.

Misrê ew bizav wek erênî pêşwazî kir, û ew wekî "planeka baş ji alîyê Turkî ve binav kir jibo damezirandina helwestek baş li ser giftûgoyên nakokîyên di navbera her du netewan da.

Karbidestên Misrî dibêjin divêt Tirkîye gavên berbiçav bihavêje jibo danûstandinên "rasteqîn" da ku têkiliyan sererast bike. Wan her wiha got di nav wan gawan da vekişîna bi sedan leşkerê Tirk û bi hezaran leşkerên kirêgirtîyên Sûrî yên ku Tirkîyê hinartine Lîbyayê û radestkirina îslamîstên têkildarî tawanên terorê bo Misrê hene.

Her du netewan di pevçûnên da destek dane alîyên dijber li Lîbyayê. Qahîre, û her wiha Yunanîstan û hinek welatên din yên Ewropî, ji peymana Tirkiyê ya 2019an digel karbidestên Lîbyayê enirî bûn ku armanca wê peymanê zêdekirina mafên deryayî yên Tirkiyê û bandora wê li rojhilatê Deryaya Navîn bû.

Misir û Yunanîstanê bi îmzekirina peymanek cuda ji bo xêzkirina sînorên xwe yên deryayî bersiv da û Enqereyê ew peyman red kir.

XS
SM
MD
LG