Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî jibo Hilbijartina Serekokî Nû Îro Çûn Ser Sindoqan


Îranî îro Înê çûne ser sindoqan ku serokekî nû hilbijêrin. Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Xameneyî bang li hemwelatîyan kir ku herin ser sindoqan û serokê xwe hilbijjêrin.

Çavdêrên sîyasî pêşbînî dikin ku dadwerê tundrê Îbrahîm Reîsî wê wek serokê nû were hilbijartin, piştî ku dadgeha qanûna bingehîn rê nedabû Hesen Ruhanî ku bo cara sisêyan bibe berbijar.

Reîsî wek Xameneyî rexnegirê tund yê welatên Rojavayî tê zanîn û jiber îdiaya rola wî ya kuştina girtîyên sîyasî yên bi dehan salan berê, niha di lîsta toleyan ya Amerîkî de cîh digire.

Çavdêrên sîyasî herwiha dibêjin ku reng e rejêya beşdarbûna hilbijartinê nizim be jiber ku gelek Îranî ji rewşa aborîyê nerazî ne.

Partîyên Kurdan berî çend rojan rahihandibû ku ewê hilbijartinê boykot bikin.

XS
SM
MD
LG