Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Droneke bi Teqemenî Êrîş Biriye Ser Firîngeha Hewlêrê


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêdêrên ewlekarîyê yên Kurdan ragihand ku dijî bingeha Amerîka ya li firîngeha Hewlêrê êrîşeke dronî li dar ketiye.

Wan jêderan da zanîn ku ji konsulxaneya Amerîka ya li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê dengên sîrenê bilind bûne.

Piştî êrîşê dronî, firîn hatin rawestandin.

Pentagonê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan hay ji êrîşa bi drone heye û da zanîn ku li gor raporên pêşî bi êrîşê ti kuştin û birîndarbûn çênebûye.

Reutersê ji zarê berdevikekî din yê artêşa Amerîka ragihand ku bi êrîşê ti kuştin û birîndarbûn çênebûye û derekê zarar nedîtiye.

Rojek berî ew êrîşa dronî, dijî Bingeha Esmanî ya Eyn El-Esad, ku yekîneyên Amerîkî lê dimînin û Balyozxaneya Amerîka ya li Bexda têde ye, bi dron û roketan êrîş li dar ketibû.

Di meha Nîsanê de, dronekê teqemenî firandibûn nêzî hêzên Amerîka yên li firîngeha Hewlêrê dimînin ku ew wek êrîşa pêşî hatibû tomar kirin.

Amerîka ser êrîşên dijî hêzên wê yên li Bexda çekdarên bi piştgirîya Îranê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG