Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewatên Daristanan li Tirkîyê Berfireh Dibin


Dîmeneke ji şewata nêzî santrala elektrîkê ya Kemerkoy, Tirkîyê
Dîmeneke ji şewata nêzî santrala elektrîkê ya Kemerkoy, Tirkîyê

Şewatên vê havînê bi deh hezaran hektar erd li heremên Deryaya Sipî û Ege yên li Tirkîyê wêran kirin û her wiha îro Pêncşemê jî li gelek hereman berdewam dikin.

Herema Muglayê ku navenda santrala elektrîkê ya bi navê Kemerkoy li wêrê ye, yek ji wan herêmên ku herî zêde şewatên didomin lê bandor dike û herem di bin xeterîye mezin de ye.

Karbidestan dîyar kir ku êvara Çarşemê jiber ku şewat nezî santrala Kemerkoy bûye xeterîyeke mezin derket holê, lê bêyî ku zararê bide beşên sereke yên navendê, hatiye vemirandin.

Her wiha, karbidestan got ku berîya tîmên agirkûjîyê, şewata nezî avahîya Kemerkoyê vemirînin, xebatkarên navendê ji heremê hatine derxistin.

Hewldanên sarkirinê li dora santrala Kemerkoy bi alîkarîya balafireke û helîkopterekî berdewam dikin.

Serê sibêha , îro hîn jî dûman li ser darên şewitî yên li dora avahîyê radibûn.

Xebata çêkirina elektrîkê li santrala Kemerkoyê hatiye rawestandin. Lê,wezîrê enerjîyê yê Tirkîyê got ku ewê navend di demeke nêz de, jinûve dest bi xebata xwe bike.

Karbidestan da zanîn ku îro li herêmê hê jî 12 şewatên cûda berdewam dikin.

Şaredarîya Muglayê îro ragihand ku heya niha 55,000 hektar herem şewitîye û 36.000 kes ji heremê hatine derxistin.

Li Tirkîyê, di 180 şewatên ku di 28'ê Tîrmehê de destpêkirin de, heya niha 8 kes jîyanên xwe ji dest dane û bi sedan kes jî di nexweşxaneyan de hatine derman kirin.

Hevdem, bi hezaran welatîyên heremê û turîst jiber şewatan revîyane.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan, jiber bersîvdayîna hikûmeta wî ya dijî şewatan bi tundî tê rexne kirin. Lê, Erdogan dibêje ku ew rewşa herî xirab ya şewatan e ku Tirkîyê rûbirûye.

Ji alîyê din,jiber germahîya bilindtir ji 40 dereceyan, bayên xurt û rewaya (nem) ax û hewayê ya kêm, şewatên bi vî rengî li Yunanîstanê jî derdikevin.

Li Yunanîstanê, fermana valakirina giravekî nêzî Atînayê hate ragihand, û li nêzî qada Lîstikên Olîmpîyatê yên kevnar ya li rojavayê Peloponnesê ev 3 rojên şewat didome derket û xebatên vemirandinê didomin.


XS
SM
MD
LG