Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Peywendîyên Tirkîye û Mîrgehên Yekbûyî Yên Erebî Pêşdikevin


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan ragihand ku wî roja Çarşemê bi şêwirmendê ewlehîya neteweyî Şêx Tahnun bîn Zayed El Nehyan yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) re, li Enqere hevdîtîneke pêk anîye.

Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Tirkîyê û Îmarat di başkirina peywendîyan de pêşkeftin bi dest xistine û dibe ku Îmarat, li Tirkîyê veberhênanên girîng bike.

"Me ser veberhênan li kîjan hereman dikare were kirin nîqaş kir," Erdogan got.

Erdogan anî ziman ku ew hêvî dike ku jibo tekilîyên xurttir bi rêberê serkar yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Prens Mihemed bîn Zayed el-Nahyan re jî biaxife.

"Heke ew bi hevtayên xwe re bi awayekî baş bidomînin, ez bawer dikim ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ewê di demek pir kurt de veberhênanên girîng li welatê me bike," Erdogan got.

Enwer Gargash, şêwirmendê dîplomatîk yê serokê Îmaratan Şêx Xelîfe bin Zayed El Nahyan,hevditîna roja Çarşemê wek 'dîrokî û erênî' bi nav kir.

Gargash di derbarê hevditînê de li ser Tweeter'ê peyameke weşand.

" Îmarat avakirina piran didomîne. Pêşîtîya aramî û pêşketinê hem sîyaseta meya navxweyî hem jî ya derve dîyar dike," Gargash got.

Her du welat, ku di şerê Lîbyayê de piştgirîya alîyên hevrik dikin, jibo bandora herêmî dijî hev disekinin.

Tirkîyê sala borî Îmarat tawanbar kiribû ku bi destêwerdana li Lîbya û Yemenê kaosê tîne Rojhilata Navîn.

Hevdem, Îmarat û çend welatên din kiryarên leşkerî yên Tirkiyê rexne kiribûn.

Hevdîtina roja Çarşemê piştî ku Enqerêyê îsal dijî Misir û Erebîstana Saudî jî bi heman rengî tawanbarî kirin, pêk hat.

Armanca hevdîtinê wek dawîanîna aloziyên ku bandor li aborîya Tirkîyê kirine,tê nirxandin.

XS
SM
MD
LG