Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Teqîna Kabulê Amerîka Êrîşî Grûpa Dewleta Îslamî Dike


Amerîka êrîşî “pilankerê” grûpa Dewleta Îslamî kir wek tolvedana teqîna li derveyê firokxaneya Kabulê ku di encamê de 13 serbazên Amerîkî û bi dehan Afghanî hatibûn kuştin.

Komandariya Navendî ya Amerîka got ku êrîşa bi firoka bê firokvan li parêzgeha Nangarhar bû li rojhilatê Kabulê, li ser sînorê Pakistanê.

Daxuyaniya artêşa Amerîka got ku “nîşanên seretayî diyar dikin ku me kesê armanckirî kuşt û ti ziyanên sivîl nebûn.”

Peyvdarê Talîbanê red kir ku behsa vê êrîşê bike.

Tê zanîn, grûpa Dewleta Îslamî li Afghanistanê ew dijmina Talîbanê jî wek ku dijmina welatên Rojava ye û Talîbanê got wê piştî teqîna Kabulê hin berguman girtine.

Li gor medya Amerîkî, di nav de jî New York Times, ji bilî serbazên Amerîkî, nêzîkî 170 kes di teqîna Afghanistanê de hatine kuştin.

Koşka Spî got diyar e dê çend rojên pêş yên herî metirsîdar bin di operasyona derxitina xelkê de ji Afghanistanê.

Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê got wê di van du hefteyên borî de dora 111,000 kes ji Afghanistanê derxistine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG