Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geşta Dawî Ya Brîtanî Ya Sivîlan Ji Kabulê Derdikeve


Geşta dawî ya sivîlan ya Brîtanî îro Şemiyê ji Kabula Afghanistanê derket û dawî li operasyona derxistina xelkê ya dirêjiya du hefteyan anî ku tê de dora 15,000 Aghanî û Brîtanî hatin derxistin.

Hêzên leşkerî yên Brîtanya niha xwe amade dikine ku ew jî derkevin û dê dawiya vê hefteyê hejmareke biçûk ya Aghaniyan li gel xwe bibin, li gor wezareta berevaniya Brîtanyayê.

Balyozê Brîtanya li Afghanistanê Laurie Bristow di daxuyaniyekê de got:

“Êdî dem hatiye ku ev qonaxa operasyonê were girtin. Lê me ew kesên ku pêwîste derkevin ji bîr nekirine û her tiştê em dikarin bikin em dê bikin ji bo alîkariya wan.”

Hin hêzên Brîtanî Kabul bicî hîştin û îro gihîştin bingeheke esmanî ya başûrê Brîtanyayê.

Wezîrê berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace roja Înê gotibû ku Brîtanya derbasî qonaxa dawî ya operasyona derxistina xelkê dibe û dê tenê kesên ku niha li nava firokxaneyê ne derxin.

Wallace gotibû ku di navbera 800 û 1,100 Afghanî yên ku bi Brîtanyayê re kar kirinî û bikêrî derketinê ne, dê niha nikaribin derkevin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG