Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşa Esmanî Ya Amerîka Şermezar Dike Û Xwe Ji Hikûmeteke Nû Re Amade dike


Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid
Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid

Talîbanê îro Şemiyê êrîşa Amerîka ya bi firokeke bê firokvan li dijî çekdarên Dewleta Îslamî şermezar kir.

Peyvdarê Talîbanê ev êrîş wek êrîşekê li ser axa Afghanistanê bi nav kir.

Zabihullah Mujahid got Talîban çeverê ye ku nêzîk firokxaneya Kabulê bi temamî kontrol bike, piştî derketina hêzên Amerîkî ji wir.

Wî her wiha anî zimanê ku di van çend rojên pêş de dê kabîneya hikûmetê ragihîne.

Wî got hin berpirs berê hatine destnîşankirin ji bo rêvebirina hin dezgehan, di nav de jî wezaretên saxlemiya giştî û perwerdeyê û her wiha banka navendî.

Mujahid got ew pêşbîniya wê yekê dike ku problemên abûrî yên ku pereyên Afghanî rastê hatinî, nêzîk sivik bibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG