Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dest Bi Vekişîna Hêzên Xwe Ji Kabulê Dike


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê îro Şemiyê ragihand ku Amerîka dest bi vekişîna hêzên xwe ji firokxaneya Kabulê kir, piştî du hefteyan ji operasyona derxistina Amerîkî, hevbend û Afghaniyan ji wir.

Di demekê de ku hebûna xwe ya piştî 20 salan li wî welatî bi dawî tîne, Amerîka îro ragihand ku wê di êrîşeke esmanî de du çekdarên grûpa Dewleta Îslamî li Afghanistanê kuştin û yekî din jî birîndar kir.

Amerîka dibêje ew herdu çekdarên Dewleta Îslamî plankerên teqîna Kabulê bûn ku di encamê de 13 serbazên Amerîka û bi dehan sivîl hatibûn kuştin.

Berpirsên Amerîka huşdarîya metirsiya êrîşên bêhtir dane ji aliyê terorîstan ve.

Serokê Amerîka Joe Biden roja Pênşemê soz dabû ku Waşinton dê kesên ku teqîna Kabulê kirinî jinav bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG