Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Robert Malley: Ambargoyên Ser Pasdarên Şoreşa Îranê Dê Bidomin


Nûnerê taybet yê Amerîka Robert Malley îro roja Yekşemê got, herçend rêkeftinek ji bo sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê hebe jî Amerîka dê ambargoyên li ser Pasdarên Şoreşa Îranê bidomîne.

Îran îsrar dike ku peymana navokî ya nûjenkirî, ku dîplomat dibêjin nêzîk e, girêdayî wî şertî ye ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ji lîsteya terorê ya Amerîkî bihê derxistin.

Lê Malley, nûnerê Amerîka bo danûstandinên digel Îranê, di konferansekê de li Dohayê got "ambargoyên ser Pasdarên Şoreşa Îslamî dê bimîne li gorî yasayên Amerîkayê û nêrînên me yên derbarê Pasdaran."

Pasdar di lîstey de cih digirin ji ber ku Îran piştgirî dide hikûmeta Sûriyê, serhildayên Hûsî yên Yemenê û Hizbullaha Lubnanî.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell roja Şemiyê di Civîna Dohayê de got ku peymana navokî ya ji nû ve hatiye vejandin dê di "di nav çend rojan da " bihêt mor kirin.

Îran ji Nîsana 2021’an êreve digel Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsyayê rasterast û digel Amerîkayê nerasterast ji bo vejandina peymanê dest bi danûstandinan dike.

XS
SM
MD
LG