Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Tîmên rizgarkirinê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de.

07:29 8.2.2023

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku hejmara mirîyên erdheja navend li Mereş bûye 5,894 û hejmara birîndaran jî 34,810 e.

Oktay da zanîn ku nêzî 8 hezar kes ji bin kavilên erdhejan bi saxî hatine derxistin û li Mereş û li bajarên din yên bin bandora erdhejê5,775 avahî hilweşîne.

03:23 8.2.2023

Yonhap: Kim Jong Un yê Koreya Bakur ji ber Erdhejê Sersaxî ji Sûriyê re Şand

Ajansa nûçeyan ya Yonhap a Koreya Başûr roja Çarşemê ragihand ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un sersaxî ji serokê Sûriyê Beşar Esed re şand ji ber erdheja bi lerza 7.8 ku di encamê de zêdetirî 7,800 kes li Sûriyê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

01:12 8.2.2023

Hejmara Qurbaniyên Erdheja Tirkiyê û Sûriyê 7,800 Derbas Kir

Tîmên rizgarkirinê li Tirkiyê û Sûriyê roja Sêşemê bi sermaya dijwar re rûbirû man di pêşbaziyekê de li dijî demê ji bo dîtina kesên sax di bin avahiyên wêranbûyî de bi sedema erdheja ku di encamê de ta niha zêdetirî 7,800 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Erdhejên ku azera xelkê li deverên sînorî yên ku berê di nav şer de ne zêdetir kir, hişt ku xelk li kolanan bermayiyan bişewitînin û hewl bidin ku germ bimînin heta ku alîkariyên navnetewî digihin wan.

Lê hin çîrokên neasayî yên rizgarbûnê derketin pêş, di nav de jî keçeke nûbûyî ku bi saxî ji bin kavilan li Sûriyê hat derxistin, ku hîn jî navka wê bi diya wê ya ku di erdheja roja Duşemê de mir ve girêdayî bû.

APTOPIX Syria Turkey Earthquake Newborn Rescue
APTOPIX Syria Turkey Earthquake Newborn Rescue

Xizmekî malbatê bi navê Xelîl el-Suwadî ji AFP re got: "Me dengek bihîst dema ku me dikoland." "Me toz paqij kir û zaroka ku navka wê û diya wê bi hev ve bûn dît, me navka wê birî û pismamê min ew bir nexweşxaneyê."

Keça nûbûyî tenê kesa sax e ji malbata wê ya nêzîk, yên mayî li bajarokê Cindêrisa Efrînê ku di bin destê serhildêran de ye hatin kuştin.

Erdheja bi lerza 7.8 roja Duşemê dema ku xelk di xew de bûn rû da, bi hezaran avahî wêran kirin, hejmareke nenas di bin kavilan de man û dibe ku bandorê li mîlyonan kes bike.

Tevahiya rêzên avahiyan hilweşiyan, wêraniya herî giran li nêzî navenda erdhejê ya di navbera bajarên Entabê û Mereşê yên Tirkiyê de bû.

Wêrankirin bû sedem ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê li 10 parêzgehên başûrê rojhilatê welêt rewşa awarte ya sê mehan ragihîne.

Çavkanî: AFP

22:16 7.2.2023

Tîmên USAID yên Lêgerîn û Rizgarkirinê Dê Roja Çarşemê Bigihin Tirkiyê

Du tîmên Ajansa Geşepêdana Navnetewî ya Amerîkî dê sibeha Çarşemê bigihin Tirkiyê û dê biçin parêzgeha Samsûrê li başûrê rojhilatê welêt ji bo alîkariya lêgerîn û rizgarkirinê piştî erdhejên ku zêdetirî 6,300 kes kuştin û wêraniyeke mezin li Tirkiyê û Sûriyê li dû xwe hişt.

USAid Logo
USAid Logo

Serokê Tîma Bersiva Alîkariyê yê USAIDê ji bo bersivdayîna erdhejê, Stephen Allen, roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku dê her tîmek nêzîkî 80 kesan bin û ew dê li gel xwe 12 kûçikan û dora 77ton alavên taybet bibin, di nav de jî alavên veqetandin û şikandina bêtonê.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG