Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevgera Talîban di Êrîşekê de 3 Serbazên Afganî Dikuje


Serbazekî Afganî

Berpirsekî Afganistanê got çekdarên Talîban îro Şemiyê êrîşî xaleka vekolînê kir û sê serbaz kuştin.

Arif Nûrî, peyvdarê parêzgarê parêzgeha Gaznî ya rojhilata welêt, got 2 serbazên din birîndar bûn, 8 çekdar hatin kuştin û bêhtirî 10 ên din birîndar bûn.

Peyvdarê Talîban Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya êrîşê ragihand û got şervanên wan karibûn xala vekolînê kontrol bikin û dest bidin ser çekên serbazan.

Di van salên dawî de tevgera Talîbanê êrîşên xwe zêde kirine li dijî hêzên ewlekariya Afganistanê û gelek navçe li seranserî welêt kontrol kirine.

Li Kabula paytext, di heman demê de, hin çekdarên nenas 10 endamên malbatekî di nakokiyeka taybet de kuştin, li gor Nesret Rehîmî cîgirê peyvdarê wezareta navxweyî. Wî got sê kesên din birîndar bûn û êrîşkeran karibû birevin.

XS
SM
MD
LG