Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Êrîşa Kabul bo 28 Kesan Bilind Dibe


Karbidestên Afganistanê dibêjin jimara qurbaniyên êrîşa doh Înê li ser Mizgefteke Şîiî ya Kabulê gihîşte 28 kes. Bêhtirî 50 kesên birîndar bûn di dema nimêja Înê de.

Jin, zarok û du efserên polîs din av kesên kuştî de bûn.

Kes û nasên kuştiyan îro Şemiyê kom bûn ji bo binaxkirina wan di sûra mizgeftê de.

Gurûpa terorîst Daiş berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ragihand .

Êrîş ji aliyê 4 kesan ve pêkhatibû. Du kesan ji wan xwe li dergehê mizgefta Imam Zeman teqand û yên din ji aliyê hêzên ewlekariya Afganistanê ve hatin kuştin.

Polîs piştî êrîşê navçe dopêç kir û rûniştvanan ragihand ku wan dengê teqeyan ji nav mizgeftê bihîst.

Imam Zeman yek ji mizgeftên sereke yên Şîiî ye li navçeyê û jimareke mezin a xelkê ji bo nimîja roja Înê tên mizgeftê.

XS
SM
MD
LG