Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban di Êrîşekê de li Afganistanê 11 Endamên Polîs Dikuje  


Berpirsekî Afganî dibêje çekdarên Talîban li parêzgeha Helmand a başûrê welêt êrîşî xaleka vekolînê kir û 11 endamên polîs kuştin.

Omer Zawk, peyvdarê parêzgarê parêzgehê got hêzên Afganî dawiyê êrîşa îro Yekşemê li paytexta parêzgehê Leşker Gah vegerand. Wî got ziyan li aliyê çekdaran jî hebûn, lê çi agahiyên berfereh di vê derbarê de nedan.

Talîbana ku hebûneka bihêz û geş li Helmand heye, berpirsiyariya êrîşê ragihand.

hêjayî gotinê ye, tevgera Talîban bi awakî rojane êrîşan li sewranserî Afganistanê pêk tîne ku piraniya wan dijî xalên vekolînê ne.

XS
SM
MD
LG