Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Afganistanê 15 Kesan Dikuje


Wêne ya êrîşeka kevne li Nangarhar
Wêne ya êrîşeka kevne li Nangarhar

Teqîneka xwekujî bingeha sersaxiyê ya serokê berê ye navçeyê ji xwe kir armanc li rojhilata parêzgeha Nangarhar a Afganistanê, cihê ku hêzên Afganî tevlî pevçûnan dibûn li dijî mîlîtanên dewleta Îslamî di hefteyên dawî de.

Peyvdarê hikûmeta herêmî Atullah Xojiyanî ji Dengê Amerîka re got bi kêmanî 15 kes hatin kuştin di êrîşê de û 13 birîndar bûne ku piraniya wan sivîlin.

Raportên berê got 6 kes hatibûn kuştin û 11 birîndarbûbûn.

Heta amadekirina vê raportê, çi aliyekî berpirsiyariya êrîşê ranegihandibû.

Êrîş tê çend rojan piştî êrîşeka dijî navendeka keltûrî ya Şîiî li Kabula Paytex ku di encamê de 41 kes hatibûn kuştin û bêhtirî 80 kes birîndar bûbû.

XS
SM
MD
LG