Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Otombêleka Bumbekirî 63 Kesî Dikuje


Desthiladarên Afganistanê dibêjin teqîna otombêleka bumbekirî, ku ji aliyê xwekujekî ve îro Şemiyê li Kabul a paytext pêk hatibû, bi kêmanî 63 kes kuştin û derdora 151 kesên din birîndar kirin.

Ev teqîn tê hefteyekê piştî çekdarên Talîban 22 kes li otêleka navnbetewî ya bajêr kuştibûn.

Cîgirê peyvdarê wezareta navxweyî Nesret Rehîmî got Kesê êrîşker otombêleka Ambelansê bikaranî û li xala vekolînê ji polîs re gotibû ew nexweşekî dibe nexweşxaneyê.

Wî got kesê êrîşker li xala duyem a vekolînê otomêl peqand.

Wezareta tenduristî got 63 kes hatine kuştin û 151 kes birîndar in.

Peyvdarê Talîban Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya êrîşê ragihand.

Tê zanîn, hefteya borî şeş çekdarên Taîbanê êrîşî otêla bajê a navnetewî kir û 22 kes kuştin di nav de jî 14 biyanî bûn.

XS
SM
MD
LG