Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Êrîşeka Xwekujî 2 Kesan Dikuje


Li Kabula paytexta Afganistanê êrîşka xwekujî îro Şemiyê bi kêmanî 2 kes kuştin û 7 birîndar kirin.

Gurûpa Dewleta Îslamî, di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe, berpirsiyariya êrîşa ku li herêmeka dîplomatîk rûdabû ragihand.

Desthilatdaran got herwiha bi kêmanî 18 serbaz hatin kuştin di êrîşeka çekdarên Talîbanê de li ser xaleka vekolînê li aliyê rojavayê welêt.

Peyvdarê Wezareta navxweyî ya Afganistanê Nejîb Danîş got êrîşa Kabul li Şaş Darak, nêzîkî biongehên NATO û ne dûrî balyozxaneya Amerîkî, cih girt.

Danîş got jimarên seretayî yên qurbaniyan renge bilind bibin.

Generalê Amerîkî John Nicholson, ku komandarê Erka Piştgiriyê ye li Afganistanê, di konferanseka rojnamevanî de got wî pêşbînî dikir ku gurûpên Dewleta Îslamî û Talîban êrîşan berdewam bikin.

XS
SM
MD
LG