Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşeka Xwekujî li Afganistanê Pêk Tîne


Afghan Taliban FIghters

Xwekujerekî bi erebeya xwe ya tije teqemenî êrîşî bingeheka leşkerî kir li başûrê Afganistanê, bi kêmanî 8 serbaz kuştin û bêhtirî 10 kes birîndar kirin.

Peyvdarê hikûmeta parêzgeha Helmand ji Dengê Amerîka re ragihand ku êrîş îro yekşemê li navçeya Nad Ali ya parêzgeha Hemand bû.

Tevgera Talîbanê yekser berpirsiyariya êrîşê ragihand û peyvdarekî wan got teqînê bêhtirî 100 endamên hêzên ewlekariyê kuştin û birîndar kirin. Talîban herdem jimarên zêde radigihîne.

Berpirsên Afganî got teqîna îro Yekşemê li herêmekê bû ku hêzên hikûmetê ew nû ji nav destê çekdaran rizgar kiribû.

Ji destpêka vê mehê ve, êrîş û teqînên Talîbanê bi sedan endamên hêzên ewlekariya Afganistanê kuştin.

Hikûmeta Afganî di van demê dawî de ji parlemanteran re behsa têkçûna rewşa ewlekariya niştimanî kir û got tenê di hefteya yekem a meha Gulanê de çekdaran 252 endamên hêzên ewlekariyê kuştin û bêhtirî 400 kesên din birîndar kirin.

.

XS
SM
MD
LG